Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Marqos 1:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ew gihîştine Kefernahûmê. Îsa wê rʼoja şemîyê rʼast kʼete kʼinîştê û dest bi hînkirinê kir.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

21 Îcar ew gihîştin Kefernahûmê. Roja Şemiyê hat û nehat, Îsa çû kinîştê û dest bi hînkirinê kir.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

21 Әԝ гьһиштьнә Кәфәрнаһуме. Иса ԝе рʼожа шәмийе рʼаст кʼәтә кʼьниште у дәст бь һинкьрьне кьр.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 اَو چُنَ شَهره کَفَرناحومه. رُژا شَنبیه گو رُژا مُقدسَ یهودیایَ عیسی چو ناو دیره دا و دَستبه دَرس دایینه گِر.

See the chapter Copy




Marqos 1:21
18 Cross References  

Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû.


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Hingê Îsa gazî wan kir, wana jî bavê xwe Zebedî tʼevî pʼala qeyikêda hişt û pey Wî çûn.


Gava ku Îsa ji kʼinîştê derkʼet, tʼevî Aqûb û Yûhʼenna rʼast çûne mala Şimhʼûn û Endrawis.


Tʼemamîya cimeʼta bajêr li ber dêrî civîya.


Û li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda dannasîn dikir û cin derdixistin.


Îsa ji wir rʼabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû. Dîsa eʼlaletê li dora Wî girt û çawa eʼdetê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin.


Pey çend rʼojarʼa Îsa vegerʼîya Kefernahûmê. Hingê hate bihîstinê, ku Ew malda ye.


Û Îsa dîsa kʼete kʼinîştê. Li wê derê merivek hebû, ku destê wî kʼişîyabû.


Çaxê rʼoja şemîyê hat, Wî kʼinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji kʼu anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêrʼa hatîye dayînê? Û ev çi kʼeremet in ku bi destê Wî diqewimin?


Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzmên bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê!


Rʼojeke şemîyê Îsa kʼinîştekêda hîn dikir.


Ew hate Nisretê, wî cîyê ku Ew lê mezin bibû, mîna eʼdetê Xwe rʼoja şemîyê Ew kʼete kʼinîştê û rʼabû ku bixûne.


Ewî wanrʼa got: «Hûnê rʼast vê gotinê ser Min bêjin: ‹Hʼekîmo! De hʼekîmtîyê li xwe bike. Û ew tiştêd me bihîstin ku Te Kefernahûmêda kirin, li vir cî-miskʼenê xweda jî bike›».


Pawlos jî mîna eʼdetê xwe çû nava wan û sê rʼojêd şemîyê wanarʼa dikʼete xeberdanê, ji nivîsara


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements