Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 9:48 - Peymana Nû (Încîl)

48 û wanrʼa got: «Kʼî ku evê zarʼokê bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, Yê ku Ez şandime qebûl dike. Awa ewî nava we hʼemûyada yê herî biçʼûk e, ew e yê herî mezin».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

48 û ji wan re got: «Kî ku vê zarokê bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û kî ku min qebûl bike, yê ku ez şandime qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

48 у ԝанрʼа гот: «Кʼи кӧ әве зарʼоке бь наве Мьн ԛәбул кә, әԝ Мьн ԛәбул дькә. У кʼи кӧ Мьн ԛәбул кә, Йе кӧ Әз шандьмә ԛәбул дькә. Аԝа әԝи нава ԝә һʼәмуйада йе һәри бьчʼук ә, әԝ ә йе һәри мәзьн».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

48 و گُتَ وان: «هَچی کَسه گو وی بِچوگی سَر خاطره ناوه مِن قَبول گَت، اَز قَبول گِرِمَ؛ و هَچی کَسه مِن قَبول گَت، اَو کَسه گو اَز رِگِرِمَ قَبول گِریَ. چون گو ناو وَدا اَو مِرُو مَزِنتِرَ گو ژه همویا گوشگَتِر بیت.»

See the chapter Copy




Lûqa 9:48
23 Cross References  

Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin.


Usa jî Bavê weyî eʼzmana naxwaze ku ji van biçʼûka yek unda be.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


«Kʼî zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, ew ne ku Min, lê Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Ewê guhdarîya we dike, guhdarîya Min dike û ewê we tʼexsîr dike, Min tʼexsîr dike, lê ewê Min tʼexsîr dike, yê ku Ez şandime tʼexsîr dike».


Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Lê hûn usa nebin, yê nav wedayî herî mezin, bira bibe mîna yê herî biçʼûk û bira yê serwêrtîyê dike jî bibe mîna yê xulamtîyê dike.


wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Ez werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼenna mestir nebûye, lê Pʼadşatîya Xwedêda yê herî biçʼûk ji wî mestir e».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».


Awa kʼî vê tʼemîya hʼelalîyê tʼexsîr dike ew mêriv tʼexsîr nake, lê Xwedê, Yê ku Rʼuhʼê Xweyî Pîroz jî dide we.


Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku Ew wextda we bilind ke


Donzdeh hʼîmêd sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navêd her donzdeh şandîyêd Berx nivîsar bûn.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Follow us:

Advertisements


Advertisements