Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 9:44 - Peymana Nû (Încîl)

44 «Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

44 «Van gotinan bixin guhên xwe: Kurê Mirov wê bikeve nav destên mirovan.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

44 «Һун ван хәбәра бира хԝәда хԝәй кьн: Кӧрʼе Мерьв ԝе бькʼәвә дәсте мәрьва».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

44 «گَلَک باش گوهه خو بِدَنَ اَو دِشدا گو دِخازِم بُ وَ بِژِم: گوره انسان دیه تسلیمی دَسته خلقه بیت.»

See the chapter Copy




Lûqa 9:44
26 Cross References  

Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


«Hûn zanin ku wê du rʼoja şûnda Cejina Derbazbûnê be. Û Kurʼê Mêriv wê bê dayînê ku bê xaçkirinê».


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».


Hʼemûyêd ku dibihîstin, bîra xweda xwey dikirin, digotin: «Gelo ev kurʼikê bibe çi?» Çimkî destê Xudan pêrʼa bû.


Ewî her donzdeh dane alîkî û wanrʼa got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê û hʼemû tiştêd ku bi destê pʼêxembera bona Kurʼê Mêriv hatine nivîsarê, wê bêne sêrî.


Lê Meryemê ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin û li ser wan difikirî.


Ew tʼevî wan vegerʼîya hate Nisretê û gurʼa wanda bû. Lê dîya Wî ev hʼemû tişt dilê xweda xwey dikirin.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».


Îsa wanrʼa got: «Niha hûn bawer dikin?


Lê belê Min ev yekana werʼa gotin, wekî gava ew wext bê, hûn bînine bîra xwe ku Min ev yekana werʼa gotine. Min serê sêrîda ev tişt werʼa negotin, çimkî Ez tʼevî we bûm.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


Bona vê yekê gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştêd me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements