Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 9:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Ewî ew pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, kerkir û da şagirta, ku belayî eʼlaletê kin.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

16 Û wî rahişt her pênc nan û herdu masiyan, çavên xwe ber bi ezmên ve hildan û şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe, da ku ew wan deynin ber elaletê.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әԝи әԝ пенщ нан у һәр дӧ мәʼси һьлдан, бәре Хԝә әʼзменда кьр шькьри да, кәркьр у да шагьрта, кӧ бәлайи әʼлаләте кьн.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 هِنگه عیسی اَو پِنج گِردَ و دو ماسی راگِرِن، بَرخودا اَسمانی و بَرکت دا وان. پاشه گِردَ گَر گِرِن و دا شاگِردا گو دانِنَ بَر جَماعَته.

See the chapter Copy




Lûqa 9:16
16 Cross References  

Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê.


Ewî her hʼeft nan û ew meʼsî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane eʼlaletê.


Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!»


Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».


Lê gava Ew tʼevî wan ser sifrê rʼûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan.


Û usa kirin, hʼemû jî dane rʼûniştandinê.


Hʼemûya jî xwar tʼêr bûn û donzdeh sele jî hûrikêd bermayî berev kirin.


Hingê Îsa ew nan hildan şikirî da û belayî rʼûniştîya kir. Bi vî awayî jî meʼsî bela kirin, çiqas ku xwestin.


Ji alîyê Teberîyayê hinek qeyikêd din hatin nêzîkî wî cîyî bûn, kʼîderê pey şikirdayîna Xudanrʼa nan xwaribûn.


Û gava ev yek got, nan hilda li ber hʼemûya şikirîya xwe Xwedê anî, kerkir û destpêkir xwar.


Kʼê rʼojekê xwerʼa eʼzîz hʼesab dike, bona Xudan eʼzîz hʼesab dike, usa jî ewê dixwe bona Xudan dixwe, çimkî şikirîyê dide Xwedê. Û yê naxwe jî bona Xudan naxwe û şikirîyê dide Xwedê.


Heger ez şikirîyê didime Xwedê dixwim, çima bona wê yekê xeyba min dikin, wekî ez şikirîya xwe Xwedê tînim?


şikirî da, kerkir û got: «Eva bedena Min e bona we. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».


Follow us:

Advertisements


Advertisements