Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 8:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Ewî jî li wan vegerʼand û got: «Dê û birayêd Min ew in, yêd ku xebera Xwedê dibihên û diqedînin».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

21 Lê wî li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min ew in ên ku peyva Xwedê dibihîzin û dikin.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

21 Әԝи жи ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Де у бьрайед Мьн әԝ ьн, йед кӧ хәбәра Хԝәде дьбьһен у дьԛәдиньн».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بله عیسی جیوابا واندا گُت: «داییگ و بِرایِت مِن اَو کَسِن گو کلاما خدا دِبیهیسِن و وه تینِنَ جی.»

See the chapter Copy




Lûqa 8:21
19 Cross References  

Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin».


Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Cab dane Wî ku: «Dîya Te û birayêd Te derva sekinî ne û dixwazin Te bibînin».


Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin heger biqedînin.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


Çi li me dikʼeve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêrʼin. Rʼast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêrʼî, lê niha îdî em usa nanihêrʼin.


Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».


Xeberê biqedînin, ne ku tʼenê bibihên û usa xwe bixapînin.


Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Follow us:

Advertisements


Advertisements