Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 7:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, hûn bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

34 Kurê Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: ‹Ev mirovekî xwera û serxweş e, dostê bacgir û gunehkaran e.›

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

34 Кӧрʼе Мерьв һат, дьхԝә у вәдьхԝә, һун бона Ԝи дьбежьн: ‹Ва Әԝ йәки пәй хԝарьн у вәхԝарьне кʼәти йә, досте хәрщгьр у гӧнәкʼара йә›.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 گوره انسان هات گو دِخُت و دِوَخُت؛ اون دِبِژِن، ”بَرخودَنه، مِرُوَگه زِگُیی و مَه وَخارَ، دُسته باجگِرا و گُنَهکارایَ.“

See the chapter Copy




Lûqa 7:34
13 Cross References  

Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e».


Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin?


Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»


Gava xeberdana Xwe xilaz kir, yekî fêrisî hîvî jê kir ku herʼe tʼevî wî nan bixwe. Ew jî çû, li ser sifrê rʼûnişt.


Rʼojeke şemîyê Îsa bona nanxwarinê çû mala serwêrekî fêrisîya. Wana çʼeʼvê xwe ji ser Wî nedibirʼî.


Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe».


Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar».


Lêwî mala xweda hurmeteke mezin jêrʼa kir. Tʼevî wan gelek xercgir û hinekêd mayîn jî li ser sifrê rʼûniştibûn.


Yûhʼennayê nixumdar hat, ne nan dixwar, ne jî şerav vedixwar, we digot: ‹Cin wîda heye›.


Lê hʼemûyêd ku pey serwaxtîyê diçin ew kʼifş dikin ku serwaxtî rʼast e».


Yekî fêrisî hîvî ji Îsa kir, ku tʼevî wî xwarinê bixwe. Ew jî çû mala wî fêrisîyî, ser sifrê rʼûnişt.


Li wê derê wana qedirek jêrʼa kirin. Mertʼayê xizmetkʼarî dikir, Lazar jî tʼevî Îsa nava wanda li ser sifrê rʼûniştî bû.


Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements