Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 7:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Îsa li wan vegerʼand û got: «Herʼin, çi ku we dît û bihîst Yûhʼennarʼa bêjin: Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

22 Îsa li wan vegerand û got: «Herin û we çi dîtiye û çi bihîstiye ji Yûhenna re bêjin: Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

22 Иса ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Һәрʼьн, чь кӧ ԝә дит у бьһист Йуһʼәннарʼа бежьн: Кор дьбиньн, сәԛәт дьгәрʼьн, кʼоти паԛьж дьбьн, кәрʼ дьбьһен, мьри рʼадьбьн у фәԛирарʼа жи Мьзгини те дайине.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 ایجا جیوابا وان دو شاگِردا دا و گُت: «هَرِن و اَو دِشده گو وَ دیتِن و بیهیستِن بُ یحیا بِژِن، گو چاوه مِرُوِت گُورَ ساخ دِبِن، مِرُوِت شِل ره دِچِن، جذامی شفایه دِگِرِن، مِرُوِت گَر دِبیهیسِن، مِری ساخ دِبِن و خَبَرا خوش بُ فقیر و ژارا دِتَ وَعظ گِرِن.

See the chapter Copy




Lûqa 7:22
31 Cross References  

Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Li wir pʼaristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin.


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


Û wê demê Îsa gelek ji nexweşîya, derba, ji rʼuhʼêd xirab qenc kirin û çʼeʼvêd gelek kora vekirin.


Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe».


Natanyêl jê pirsî: «Qet dibe ku tiştekî pʼak ji Nisretê derkʼeve?» Fîlîpo jêrʼa got: «Were û bibîne!»


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Ji gelek cinakʼetîya rʼuhʼêd hʼeram bi dengê bilind dikirine qîrʼîn derdikʼetin û gelek şilûşeʼt, nigada seqet qenc dibûn.


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Follow us:

Advertisements


Advertisements