Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 7:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Û xulamê sersedekî, ku bona wî yekî hêja bû, nexweş ber mirinê bû.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

2 Xulamê sersedekî nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Ew li ba sersed yekî hêja bû.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

2 У хӧламе сәрсәдәки, кӧ бона ԝи йәки һежа бу, нәхԝәш бәр мьрьне бу.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 وِدَره افسرَگه رومی بو گو خُلامَگه گَلَک عزیز هَبو. خُلام نَساخ و بَ مِرِنه بو.

See the chapter Copy




Lûqa 7:2
24 Cross References  

Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».


Gava Îsa ew gotinêd ku wê guhdararʼa bigota xilaz kirin, çû Kefernahûmê.


Gava ewî bona Îsa bihîst, rʼûspîyêd cihûya şandine cem Wî û jê hîvî kir, ku bê xulamê wî xilaz ke.


Çimkî tʼenê qîzeke wîye donzdeh salî hebû û ew jî ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, eʼlaletê zeʼmet dida Wî.


Qeyserîyêda merivekî navê wî Korʼnêlyo hebû, rʼefa «Ordîya Îtalyayêda» sersed bû.


Gava ew milyakʼetê ku wîrʼa xeber dida çû, ewî gazî du xulamêd malê û eskerekî berdestîyî xweyîman kir


Sersed gava ev yek bihîst, çû cem serhʼezar û got: «Tu çi dikî? Eva meriva bajarvanê Rʼomayê ye».


Pawlos jî gazî sersedekî kir û gotê: «Evî xortî bibe cem serhʼezar, dixwaze tiştekî wîrʼa bêje».


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


Rʼoja dinê em Saydayê peya bûn, Yûlyo qencî Pawlosrʼa kir, îzin da ku herʼe cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin.


Lê sersed ku dixwest Pawlos xilaz kira, nehişt ku ew şêwira xwe bînine sêrî. Hingê eʼmir kir ku yêd sobekʼarîyê zanin, pêşîyê xwe bavêjine avê derêne bejê,


Xulamno, her tiştîda gurʼa xweyîyêd xweye vê dinêda bin, ne ku bi hʼilekʼarîyê xwe bikine dilê meriva ku bêne kʼifşê, lê bi dilê sax û xofa Xudan xulamtîyê bikin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements