Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 6:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Lê fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û wî merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine». Ew jî rʼabû sekinî.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

8 Lê wî dizanibû ku ew çi difikirin û ji wî zilamê ku destê wî hişkbûyî bû re got: «Rabe ser xwe û li navendê raweste.» Ew jî rabû ser xwe û rawesta.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ле фькьред ԝан Исава әʼйан бун у ԝи мәрьве дәсткʼьшийайирʼа гот: «Рʼабә ве говәке бьсәкьнә». Әԝ жи рʼабу сәкьни.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بله عیسی گو فِکره وان دِزانی، گُتَ مِرُوه گو دَسته وی هِشک بویی بو: «رابَ و اِرَ راوَستَ.» اَو ژی رابو و وِدَره راوَستا.

See the chapter Copy




Lûqa 6:8
19 Cross References  

Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û got: «Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin?


Îsa merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine!»


Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «Eʼvdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!»


Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û li wan vegerʼand got: «Hûn çi dilê xweda difikirin?


Hingê Îsa wanrʼa got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Rʼoja şemîyê çi cayîz e bikin: Qencî yan xirabî, rʼuhʼekî xilaz kin yan unda kin?»


Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.


Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.


Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Pʼadşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulçʼekîda nebûye.


Tʼu alîyava ji peykʼetîyêd xwe venekʼişin. Ev yek nîşaneke undabûna wan û xilazbûna we ye û ev jî ji Xwedê ye.


Û tʼu eʼfirîn ji Wî veşartî nîne, lê her tişt li ber çʼeʼvê Wî vekirî û aşkere ye, ku li ber Kʼîjanî emê hʼesabê xwe bidin.


Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa kʼişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihʼkirî bin. Çimkî yê bi bedenî cefa kʼişand, wî dest ji guna kʼişandîye,


Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we.


Follow us:

Advertisements


Advertisements