Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 6:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Wê rʼojê eşq bin û ji şabûna bira nigêd we eʼrd negire, çimkî va heqê we li eʼzmên gelek e, çimkî kal-bavêd wan jî serê pʼêxembera usa dikirin.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

23 Di wê rojê de şa bin û ji şahiyê bireqisin, çimkî xelata we li ezmên mezin e. Bav û kalên wan jî li pêxemberan wisa dikirin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

23 Ԝе рʼоже әшԛ бьн у жь шабуна бьра ньгед ԝә әʼрд нәгьрә, чьмки ва һәԛе ԝә ль әʼзмен гәләк ә, чьмки кал-бавед ԝан жи сәре пʼехәмбәра ӧса дькьрьн.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 وه رُژه، شادیه بِگَن و خو هَلاوِژِن، چون گو خَلاته وَ اَسمانی دا عَظیمَ. چون گو باوانه وان ژی گَل پِیغَمبَرادا هَ وِسا گِرِن.

See the chapter Copy




Lûqa 6:23
45 Cross References  

Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.


Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarʼok zikê wêda livîya. Êlîzabêt Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bû


Gava dengê silava te kʼete guhê min, zarʼok zikê minda ji şabûna lîst.


Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.


bi dengê bilind gotê: «Rʼabe ser nigêd xwe rʼast bisekine!» Ewî jî banzda ser xwe, destpêkir gerʼîya.


Ewî banzda ser xwe sekinî, destpêkir gerʼîya û tʼevî wan kʼete pʼaristgehê digerʼîya, banzdida û şikirî dida Xwedê.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim.


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hʼesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çʼeʼvnihêrʼî bû, ku heqê xwe bistanda.


Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin.


Xûşk-birayêd min, şabûneke mezin hʼesab kin, gava hûn bikʼevine nava cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.


Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


Ewê ku serkʼeve û hʼeta xilazîyê kirêd li gora dilê Min bike, Ezê wî hʼukumê ser mileta bidime wî, kʼîjan Min ji Bavê Xwe hildaye û ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, mîna firaqêd çʼinî wê bipʼişirîne.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Ewê ku serkʼeve Ezê wî pʼaristgeha Xwedêyê Xweda bikime stûn û ewê îdî dernekʼeve derva. Ezê li ser wî navê Xwedêyê Xwe, usa jî navê bajarê Xwedêyê Xwe, awa gotî navê Orşelîma nû binivîsim, ya ku ji Xwedêyê Min ji eʼzmên wê bê xwarê û Ezê navê Xweyî nû jî binivîsim.


Ewê ku serkʼeve, ewê aha kʼincêd çîle-qerqaş li xwe wergire. Ezê navê wî ji kʼitêba jîyînê tʼu car rʼesît nekim û navê wî li ber Bavê Xwe û li ber milyakʼetêd Wî aşkere kim.


Follow us:

Advertisements


Advertisements