Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 6:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Û tʼemamîya eʼlaletê jî diceʼdand, wekî destê xwe bidana Wî, çimkî qewat ji Wî derdikʼet û her kes ji wan qenc dibû.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

19 Û tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bidin, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

19 У тʼәмамийа әʼлаләте жи дьщәʼданд, ԝәки дәсте хԝә бьдана Ԝи, чьмки ԛәԝат жь Ԝи дәрдькʼәт у һәр кәс жь ԝан ԛәнщ дьбу.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 جَماعَته همویا سَعی دِگِرِن دَسته خو وی بِدَن، چون گو قاوَتَگ ژه وی دِهاتَ دَروَ گو شفا دِدا همویا.

See the chapter Copy




Lûqa 6:19
15 Cross References  

Wana hîvî jê dikir ku tʼenê rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.


Çimkî Îsa gelek meriv qenc kirin, usa ku yêd nexweş tʼopî ser dibûn, wekî destê xwe bidana Wî.


Îsa destxweda pê hʼesîya ku qewatek jê çû, nav eʼlaletêda zivirʼî û pirsî: «Kʼê li kʼincêd Min kʼet?»


Her cîyêd ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku tʼenê li rʼîşîyêd kʼincêd Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin, ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn.


Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî.


Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.


Ewana hatibûn, wekî guhdarîya Wî bikin û ji nexweşîyêd xwe qenc bin. Û yêd ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin jî qenc dibûn.


hʼeta ku ew destmal û şalikêd ku Pawlos lê dikʼetin nexweşarʼa dibirin, ew qenc dibûn û rʼuhʼêd xirab derdikʼetin.


Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.


Follow us:

Advertisements


Advertisements