Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 5:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Qanûnzan û fêrisîya destpêkir fikirîn û hevrʼa gotin: «Ev kʼî ye aha Xwedê bêhurmet dike? Pêştirî Xwedê kʼî dikare guna bibaxşîne?»

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

21 Şerîetzan û Fêrisiyan dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ԛанунзан у ферьсийа дәстпекьр фькьрин у һәврʼа готьн: «Әв кʼи йә аһа Хԝәде беһӧрмәт дькә? Пештьри Хԝәде кʼи дькарә гӧна бьбахшинә?»

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بله ماموستایِت تَوراته و فَریسیا گَل خو فِکِر گِرِن: «اَوَ کِیَ گو کُفریا دِگَت؟ که خِنجی خدا دِگاریت گُنَها بِبَخشیت؟»

See the chapter Copy




Lûqa 5:21
23 Cross References  

Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Eva Xwedê bêhurmet dike! Îdî şeʼde çî merʼa ne? Va we bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir!


Hingê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: «Eva nigê Xwe Xwedêrʼa davêje».


De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.


Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û li wan vegerʼand got: «Hûn çi dilê xweda difikirin?


Hingê ewêd ku tʼevî Wî ser sifrê rʼûniştibûn nav xweda digotin: «Eva kʼî ye, hʼeta ku guna jî dibaxşîne?»


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Em bona kirêd qenc Te nadine ber kevira, lê çimkî Tu Xwedê bêhurmet dikî! Tu meriv î, lê Xwe dikî Xwedê».


Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.


Follow us:

Advertisements


Advertisements