Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 5:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 usa jî Aqûb û Yûhʼennayê kurʼêd Zebedî, ku hevalêd Şimhʼûn bûn. Û Îsa Şimhʼûnrʼa got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna meʼsîya bigirî».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

10 wisa jî Aqûb û Yûhenna, kurên Zebedî, yên ku şirîkên Şimûn bûn heyirîn. Hingê Îsa ji Şimûn re got: «Netirse! Ji niha û pê ve, tê bibî nêçîrvanê mirovan.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

10 ӧса жи Аԛуб у Йуһʼәннайе кӧрʼед Зәбәди, кӧ һәвалед Шьмһʼун бун. У Иса Шьмһʼунрʼа гот: «Нәтьрсә! Жь вьр шунда те мәрьва мина мәʼсийа бьгьри».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 یعقوب و یوحنا، گورِت زِبِدی ژی گو شِریگِت شَمعونی بون، اَو حالَ هَبون. عیسی گُتَ شَمعونی: «نَتِرسَ، ژه نَهَ وِدا بَدَلا ماسیا تِیه مِرُوا بِگِری.»

See the chapter Copy




Lûqa 5:10
14 Cross References  

Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê.


Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!»


Hingê dîya kurʼêd Zebedî tʼevî her du kurʼêd xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê Wî tiştek jê dixwest.


Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva».


Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî. Wana tʼevî bavê xwe, Zebedî qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir.


Îsa gote wan: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva».


Û bi nîşana gazî hevalêd xweye qeyika dinda dikirin, ku bên alî wan bikin. Û ewana hatin her du qeyik jî tʼijî kirin, hindik mabû nuq bûna.


Çimkî bona wan meʼsîyêd girtî xofê wî û hʼemûyêd pêrʼa girtibû,


Şimhʼûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo,


Şimhʼûn-Petrûs, Tʼûmayê ku jêrʼa digotin «Heval-cêwî», Natanyêlê ji Qanaya Celîlê, kurʼêd Zebedî û du şagirtêd Îsaye din hevrʼa bûn.


Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.


Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatkʼarê tʼevî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona rʼûmeta Mesîh dixebitin.


Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements