Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 4:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

41 Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

41 Жь гәләка жи щьн дәрдькʼәтьн, дькьрьнә ԛирʼин у дьготьн: «Тӧ Кӧрʼе Хԝәде йи!» Ле Иса ль ԝан һьлат у нәдьһьшт әԝ хәбәр дьн, чьмки заньбун кӧ Әԝ Мәсиһ ә.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 اَجنَ ژی ژه گَلَک مِرُوا دِهاتنَ دَروَ و بِ دَنگا بِلند دِگُتن: «تِ گوره خدایی!» بله اَوی سَر اَوان دِگِرَ هَوار و نَدِهلا اَو قِسَ گَن، چون گو دِزانین اَو مسیحَ.

See the chapter Copy




Lûqa 4:41
14 Cross References  

Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?»


Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin.


Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»


Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî».


Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!»


Êvarê, gava rʼo çû ava, hʼemû nexweş û yêd cinakʼetî anîne cem Wî.


Îsa gelek merivêd bi nexweşîyêd cûrʼe-cûrʼe qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku Ew Kʼî ye.


Dema ku rʼuhʼêd hʼeram Ew didîtin, li ber Wî deverʼûya xwe davîtine eʼrdê, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!»


Îsa ser wêrʼa sekinî, li tʼayê hilat û tʼayê jê berʼda. Destxweda rʼabû ser xwe, berdestî wanrʼa kir.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements