Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 4:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Û kʼitêb gulomatk kir da berdestî rʼûnişt û kʼinîştêda hʼemû zûrʼ bibûn li Wî dinihêrʼîn.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

20 Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê de bûn, li wî diman.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

20 У кʼьтеб гӧломатк кьр да бәрдәсти рʼуньшт у кʼьништеда һʼәму зурʼ бьбун ль Ԝи дьньһерʼин.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 پاشه عیسی طومار بِچا و دا خِذمَتکاره دیره و رونِشت. همویا ناو دیره دا چاوه خو کُتا بونَ وی.

See the chapter Copy




Lûqa 4:20
13 Cross References  

Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.


û danî nav tʼirba xweye nû ku qeyêda kʼolabû. Paşê ewî kevirekî mezin holî ber derê tʼirbê kir û çû.


Lê nikaribûn tiştek bikirana, çimkî tʼemamîya cimeʼtê Wîva girêdayî bû û guhdarîya Wî dikir.


Kʼitêba Îşaya pʼêxember dane Wî û gava kʼitêba gulomatkkirî vekir, ew cî dît ku aha nivîsar bû:


Ewî destpêkir wanarʼa got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst».


Îsa kʼete qeyikeke ji wan, ku ya Şimhʼûn bû, hîvî ji wî kir, ku qeyikê hinekî ji bejê dûr xe. Û Ew rʼûnişt, ji qeyikê eʼlalet hîn kir.


Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin.


Rʼoja şemîyê em ji dergehê bajêr derkʼetin çûne devê çʼêm, ew der çawa em difikirîn, cîyê dua bû. Me rʼûniştî tʼevî kʼulfetêd civîyayî xeber dida,


Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê?


Follow us:

Advertisements


Advertisements