Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 3:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

16 Û Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê we imad dikim, lê yê ji min hêzdartir tê, ku ez ne hêja me, benên çaroxa wî jî vekim. Ewê bi Ruhê Pîroz û bi êgir we imad bike.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

16 Йуһʼәнна ль һʼәмуйа вәгәрʼанд у гот: «Әз ԝә бь аве дьньхӧминьм, ле Йәки жь мьн ԛәԝаттьр ԝе бе. Әз нә һежа мә бәне чарьхед Ԝи жи вәкьм. Әԝе ԝә пе Рʼӧһʼе Пироз у егьр бьньхӧминә.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 جیوابا یحیا بُ وان همویا اَوَ بو: «اَز وَ بِ آوه تعمید دِدَم، بله مِرُوَگ قاوَتتِر ژه مِن دیه بِت گو اَز حتا گِیر هِنده نایِم بَنگه سُلگه وی وَگَم. اَو دیه وَ بِ رِحا مُقدسا خدا و آگِری تعمید دَت.

See the chapter Copy




Lûqa 3:16
24 Cross References  

Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».


Yûhʼenna li wan vegerʼand û got: «Ez bi avê dinixumînim, lê Yek nav weda heye, ku hûn Wî nas nakin.


Ew e, Yê ku pey min tê, ku ez ne hêja me, wekî benê çarixêd Wî jî vekim».


Min nizanibû Ew kʼî ye, lê Ewê ku ez şandim, ku bi avê binixumînim, minrʼa got: ‹Tu kʼîjanî bibînî ku rʼuhʼ tê ser datîne û dimîne, Ew e ku bi Rʼuhʼê Pîroz dinixumîne›.


Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, çawa ku nivîsar dibêje: ‹Wê ji nav-dilê wî çʼemêd ava jîyînê bikʼişin›».


Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».


Petrûs hê ev tişt digotin, Rʼuhʼê Pîroz hate ser hʼemûyêd ku ev gotin dibihîstin.


Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.


Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements