Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 23:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

34 Hingê Îsa got: «Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

34 Һьнге Иса гот: «Баво, бьбахшинә ван, чьмки ньзаньн чь дькьн». Сәр кʼьнщед Ԝи пʼәшк авитьн ԝәки нава хԝәда бәла кьн.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 عیسی گُت: «اَی بابو، وانَ بِبَخشَ، چون گو نِزانِن چه دِگَن.» هِنگه پِشگ هاوِتِن گو جِلِگه وی نابَینا خودا لِگ وَگَن.

See the chapter Copy




Lûqa 23:34
26 Cross References  

Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat.


Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,


Ew xaç kirin, ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin, kʼa kʼêrʼa wê çi bikʼeve, nava xweda bela kirin.


û got: «Bavo, heger eʼmirê Te ye, evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min».


Ez bona wan hîvî dikim. Ne ku bona dinyayê hîvî dikim, lê bona yêd ku Te dane Min, çimkî ew yêd Te ne.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Lê Pawlos bi dengê bilind kire gazî û got: «Tʼu zîyanê nede eʼmirê xwe, em hʼemû jî vira ne!»


Niha gelî bira, ez zanim ku we jî mîna serwêrêd xwe bi nezanîya xwe kirîye.


Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî.


Yê we dizêrînin hûn dua wan bikin, belê dua bikin û nifirʼa li wan nekin.


Ji serwêrêd vê dinyayê tʼu kesî ev serwaxtîya feʼm nekir, çimkî heger feʼm bikirana, wê Xudanê rʼûmetê xaç nekirana.


Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,


Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê rʼeʼm li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin.


Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements