Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 22:70 - Peymana Nû (Încîl)

70 Û hʼemûya bi hevrʼa got: «Wekî usa ye Tu Kurʼê Xwedê yî?» Ewî wanrʼa got: «Hûn xwexa dibêjin ku Ez Ew im».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

70 Îcar hemûyan bi hev re jê pirsî: «Nexwe tu Kurê Xwedê yî?» Wî jî ji wan re got: «Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

70 У һʼәмуйа бь һәврʼа гот: «Ԝәки ӧса йә Тӧ Кӧрʼе Хԝәде йи?» Әԝи ԝанрʼа гот: «Һун хԝәха дьбежьн кӧ Әз Әԝ ьм».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

70 همویا گُت: «بَجا آنی تِ گوره خدایی؟» عیسی گُتَ وان: «اون دِبِژِن گو اَزِم.»

See the chapter Copy




Lûqa 22:70
20 Cross References  

Cihûdayê ku wê nemamîya Wî bikira, lê vegerʼand û gotê: «Dersdar, dibe ku ez im?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Îsa ber welî sekinî, welî ji Wî pirsî û got: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».


Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî rʼazî ye, çimkî got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›».


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Pîlato ji Wî pirsî û got: «Tu yî Pʼadşê cihûya?» Ewî cab da û got: «Te bi devê xwe got».


Û wana got: «Îdî şeʼde çî merʼa ne? Me xwexa ji devê Wî bihîst».


Pîlato ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Ewî lê vegerʼand û gotê: «Te bi devê xwe got».


Ji geleka jî cin derdikʼetin, dikirine qîrʼîn û digotin: «Tu Kurʼê Xwedê yî!» Lê Îsa li wan hilat û nedihişt ew xeber din, çimkî zanibûn ku Ew Mesîh e.


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


Hingê Pîlato jêrʼa got: «Wekî usa ye Tu pʼadşa yî?» Îsa cab da û got: «Tu xwexa dibêjî Min ku: ‹Tu pʼadşa yî›. Ez bona vê yekê bûme û bona vê yekê hatime dinyayê, wekî bona rʼastîyê şeʼdetîyê bidim. Her kesê ku ji alîyê rʼastîyê ye, guh dide dengê Min».


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir».


Follow us:

Advertisements


Advertisements