Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 22:43 - Peymana Nû (Încîl)

43 Û ji eʼzmên milyakʼetek Wîva xuya bû û Ew qewat kir.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

43 Îcar milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

43 У жь әʼзмен мьлйакʼәтәк Ԝива хӧйа бу у Әԝ ԛәԝат кьр.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

43 هِنگه میلیاکَتَگ ژه اَسمانی وی دووهار بو و اَو تَقویَت گِر.

See the chapter Copy




Lûqa 22:43
16 Cross References  

Te tʼirê Ez nikarim ji Bavê Xwe bixwazim wekî pêrʼa-pêrʼa donzdeh ordîya zêdetir milyakʼet bigihîne Min?


Wî çaxî mîrêcin Ew hişt çû û va milyakʼet hatin jêrʼa berdestî kirin.


û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe û wê Te ser destê Xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve›».


Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.


Û gava Xwedê nixurîyê Xwe dişîne dinyayê, aha jî dibêje: «Bira hʼemû milyakʼetêd Xwedê serê xwe ber Wî daynin».


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements