Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 22:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

30 da ku hûn di Padîşahiya min de li ser sifra min bixwin, vexwin û li ser textan rûnin û dîwana her diwanzdeh eşîrên Îsraêl bikin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

30 ԝәки һун Пʼадшатийа Мьнда жь сьфра Мьн бьхԝьн у вәхԝьн у сәр кʼӧрсийа рʼунен, диԝана донздәһ ԛәбилед Исраеле бькьн.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 گو سَر سِرفِگا مِن ناو پادشاهیا مِن بُخُن و وَخُن و سَر تَختا رونِن و سَر دانزدَه عَشیرَته بنی اسرائیله قضاوته بِگَن.»

See the chapter Copy




Lûqa 22:30
16 Cross References  

Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


«Xwezî li rʼuhʼfeqîra, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.


Ez werʼa dibêjim, ku gelekê ji rʼohilatê û ji rʼoavayê bên û şayîya Pʼadşatîya Eʼzmanada tʼevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rʼûnên,


Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike.


Gava ji hazira yekî ev yek bihîst, Wîrʼa got: «Xwezî li wî, ku Pʼadşatîya Xwedêda nên bixwe».


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast».


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Follow us:

Advertisements


Advertisements