Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 21:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

34 «Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

34 Мьԛати хԝә бьн, нәбә кӧ дьле ԝә пʼьрʼхӧрийе, сәрхԝәшийе у хәмед ве дьнйайева гьредайи бә, ньшкева әԝ Рʼож сәр ԝәда бе.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 «هیشیار بِن، نَگو عیاشی و مَست بون و نیارانیِت ژیانه دله وَ گِران گَت و اَو رُژ وَگو طَلِگَگه نِشگادا سَر وَدا بِت.

See the chapter Copy




Lûqa 21:34
37 Cross References  

Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.


xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Xudan lê vegerʼand û gotê: «Mertʼa, Mertʼa, tu bona gelek tişta xema dikî û tʼevîhev dibî.


Awa hûn jî hazir bin, çimkî ew sihʼeta ku dilê werʼa derbaz nabe, Kurʼê Mêriv wê bê».


Haş ji xwe hebin! Heger birê te guna bike, lê hilê, heger ser kirina xwe pʼoşman be, wî bibaxşîne.


Çimkî ew rʼojê mîna tʼelê bê serê hʼemû merivêd li ser dinê.


Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.


Tʼoximêd ku kʼetine nava stirîya ew in, yêd ku xeberê dibihên, xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî eʼmirîva mijûl dibin, dixeniqin û berêd wan nagihîjin.


Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!


ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe.


pʼûtpʼaristî, pîresêrtî, neyartî, şerʼ-deʼw, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, dutîretî, cudetî,


Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be.


Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim.


Follow us:

Advertisements


Advertisements