Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 20:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

16 Ewê bê, van rezvanan helak bike û wê rêz bide hinekên din.» Gava wan ev yek bihîst, gotin: «Xwedê neke!»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

16 Нә әԝе бе ԛьрʼа ԝан рʼәзвана бинә у рʼәз бьдә һьнәкед дьн». Гава әв йәк бьһистьн, готьн: «Хԝәде нәкә».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَو دیه بِت و باغچَوانا بَین بِبَت، رَزی دیه بِسپاریتَ مِرُوه دیتِر.» وقته خلقی اَوَ بیهیستِن، گُتن: «خدا نَگَت!»

See the chapter Copy




Lûqa 20:16
24 Cross References  

Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamêd xwe şandine cem rʼezvana, wekî ji berê rʼezê wî jêrʼa bînin.


Gotine Wî: «Wê qirʼa wan neheqa bîne û rʼez bide rʼezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê rʼezê wî bidinê».


Çaxê pʼadşê bihîst, hêrs kʼet, ordîya xwe şand qirʼa ewêd ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand.


De îjar xweyê rʼez wê çi bike? Ne ewê bê qirʼa rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din?


Lê belê wan neyarêd min jî, kʼîjana nedixwest ez pʼadşatîyê li ser wan bikim, bînine vir, ber çʼeʼvê min wan bikujin›».


Û ew ji rʼez derxistine der û kuştin. Awa xweyê rʼez wê çi bîne serê wan?


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Awa ez dipirsim: Gelo Xwedê dest ji cimeʼta Xwe kir? Na xêr! Ez xwexa jî îsraêlî me, ji zurʼeta Birahîm im, ji qebîla Binyamîn.


Awa ez dipirsim: Gelo ew ji rʼê derkʼetin, ku unda bin? Na xêr! Lê neheqîya wan bû sebebê xilazbûna necihûya, ku pozê wan jî bişewite.


Wekî usa ye em bi bawerîyê Qanûnê betal dikin? Tʼu car, lê em Qanûnê mak dikin.


Tʼu car! De bira Xwedê rʼast be û hʼemû meriv derew, çawa nivîsar e: «Wekî gotinêd Xweda Tu bêsûc derêyî û dîwana Xweda Tu serkʼevî».


Tʼu car! Heger ne usa be, Xwedê wê çawa dîwana dinê bike?


Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremê? Tʼu car!


Tʼu car! Em ku hindava gunada mirin, çawa dikarin hê nava wanda bijîn?


Wekî usa ye ya qenc minrʼa bû mirin? Na xêr! Lê ev kirê gune bû, ku bi ya qenc mirin ser minda anî. Ev yek aha bû, wekî hʼunurê gune kʼifş be û bi tʼemîyê hê gunekʼarîya gune kʼifş be.


Awa em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Na xêr! Lê belê minê gune nas nekira, heger Qanûnê nîbûya. Mesele, dilhavijî jî minê nizanibûya gune ye, heger Qanûnê negotibûya: «Dilhavijîyê neke».


Em îdî çi bêjin? Gelo neheqîya Xwedê heye? Na xêr!


Çima hûn nizanin ku bedenêd we endemêd Mesîh in? Ez endemêd Mesîh hildim tʼevî qava kim? Tʼu car!


Awa heger em dikin bi Mesîh rʼast bêne hʼesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekʼar in, hingê Mesîh bû wekʼîlê guna? Tʼu car!


Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya.


Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements