Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 2:46 - Peymana Nû (Încîl)

46 Rʼoja sisîya wana Ew pʼaristgehêda dît. Ew tʼevî dersdara rʼûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

46 Di roja sisiyan de wan ew di Perestgehê de dît. Ew di nav mamosteyên Şerîetê de rûniştî bû, guh dida wan û pirs ji wan dikirin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

46 Рʼожа сьсийа ԝана Әԝ пʼарьстгәһеда дит. Әԝ тʼәви дәрсдара рʼуньштьбу, гӧһдарийа ԝан дькьр у пьрс дьданә ԝан.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

46 پاشه سه رُژا، دوماییگه عیسی معبده دا پَیدا گِرِن. لاره ماموستایا رونِشته بو و گوهه خو دِدا قِسه وان و پیسیار وان دِگِر.

See the chapter Copy




Lûqa 2:46
13 Cross References  

Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Hʼemûyêd ku xeberdana Wî dibihîstin, ser zanebûn û cabêd Wî zendegirtî diman.


Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu dersdarê Îsraêlê yî û hê van yeka nizanî?


Lê fêrisîkî dersdarê Qanûnê hebû, navê wî Gamalyêl û nava tʼemamîya cimeʼtêda jî xweyîqedir bû. Eva civîna giregirada rʼabû sekinî eʼmir kir ku şandîya xêlekê derxine derva


Dixwazin bibine dersdarêd Qanûnê, lê ew xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştêd ku didine zora xwe feʼm dikin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements