Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 18:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 wê vê dinê hê zêde bistîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

30 di vê dinyayê de gelek bêtir û di dinya ku bê de jiyana herheyî nestîne.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

30 ԝе ве дьне һе зедә бьстинә у дьнйа дьнда жи жийина һʼәта-һʼәтайе».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 و هَ وی دُنیایه دا چَند جارا زِدَتِر نَینیتَ دَست و دُنیایا دی ژی ژه ژیانا اَبَدی به پار بِمینیت.»

See the chapter Copy




Lûqa 18:30
19 Cross References  

Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Belê xwedênasî kʼara ser kʼarê ye, heger bi rʼazîbûnê be.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Follow us:

Advertisements


Advertisements