Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 18:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Lê ewî xercgir dûr sekinîbû, rʼûyê wî nedigirt li eʼzmên jî binihêrʼîya, sîngê xwe dixist û digot: ‹Xwedê, li min gunekʼarî were rʼeʼmê›.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

13 Lê yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!›

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ле әԝи хәрщгьр дур сәкьнибу, рʼуйе ԝи нәдьгьрт ль әʼзмен жи бьньһерʼийа, синге хԝә дьхьст у дьгот: ‹Хԝәде, ль мьн гӧнәкʼари ԝәрә рʼәʼме›.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله اَوه باجگِر دوروَ راوَستا و نَخاست حتا چاوه خو ژی بُ آلیه اَسمانه بِلند گَت، بَلگو سَر سینگه خو دِکُتا و دِگُت: ”خدایا، رَحمه مِنَ گُنَهکار بِگَ.“

See the chapter Copy




Lûqa 18:13
45 Cross References  

Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.


Herʼin meʼna van xebera hîn bin: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›. Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara».


Û gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we bibaxşîne we.


Çaxê Ew dikʼete gundekî, dehe merivêd kʼotî rʼastî Wî hatin dûr sekinîn


Û Xwexa qasî keviravîtinekê ji wan dûr kʼet, çok da dua kir


Û tʼemamîya eʼlaletê, ku li wir bona tʼemaşê civîyayî bû, ev yeka dît, sîngêd xwe dixistin, paşda vedigerʼîyane malêd xwe.


Gava Şimhʼûn-Petrûs ev yek dît, xwe avîte çokê Îsa û got: «Xudan, dûrî min herʼe, ez yekî gunekʼar im».


Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»


lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.


De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


De îdî em mêrkʼîmî nêzîkî tʼextê Xwedêyî kʼeremê bin, wekî rʼeʼmê bistînin û kʼeremê bibînin ku gava em hʼewce bin, alîkʼarîya me bike.


Ezê neheqîyêd wan bibaxşînim û gunêd wan jî îdî bîr neynim».


Follow us:

Advertisements


Advertisements