Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 16:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dikʼişand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar hʼemêzêda.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

23 Û gava wî di diyarê miriyan de ezab dikişand, çavên xwe hildan, wî ji dûr ve Birahîm û Lazarê ku di himbêza wî de bû dît.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

23 Гава йе дәԝләти дийаре мьрийада щәфа дькʼьшанд, сәре хԝә бьльнд кьр, жь дурва Бьраһим дит у Лазар һʼәмезеда.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 و وی حالیدا گو ناو عالَما مِریا ناو عَذابه دا بو، سَره خو بِلند گِر و دوروَدا ابراهیم دیت گو ایلعازَر رَخ وی بو.

See the chapter Copy




Lûqa 16:23
26 Cross References  

Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima.


Û heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe û bavêje. Bona te hê qenc e ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî jîyînê, ne ku bi du çʼeʼva bêyî avîtinê nava agirê dojê.


Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin?


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.


Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»


Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


Gava ewî Îsa dît, kire qîrʼîn kʼete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Ez rʼeca ji Te dikim, min nede cefê!»


«Mirin, kʼanê qîlê jeʼra te? Mirin, kʼanê serkʼetina te?»


Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê.


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Follow us:

Advertisements


Advertisements