Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 14:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Îsa ji qanûnzan û fêrisîya pirsî û got: «Rʼoja şemîyê qenckirin cayîz e yan na?»

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

3 Û Îsa dest pê kir û ji Şerîetzan û Fêrisiyan re got: «Ma di roja Şemiyê de dibe ku nexweş bên qenckirin an na?»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

3 Иса жь ԛанунзан у ферьсийа пьрси у гот: «Рʼожа шәмийе ԛәнщкьрьн щайиз ә йан на?»

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 عیسی ژه قاضیِت شِریعَته و عالِمِت فَریسیا پیسیار گِر: «شفا دایین له رُژا شَنبیا مُقدس گورَیَگی شِریعَته دوزَ آن نه؟»

See the chapter Copy




Lûqa 14:3
10 Cross References  

Merivek li wir hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv rʼoja şemîyê nexweşa qenc bikin?»


Gava fêrisîya ev yek dît, Wîrʼa gotin: «Hela binihêrʼe, şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin».


Hingê ji wan qanûnzana yekî pirs da Îsa ku Wî bicêrʼibîne û gotê:


Paşê wanrʼa got: «Rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e, yan xirabîkirin? Rʼuhʼekî xilaz kin, yan unda kin?» Lê wan deng nekir.


Li wir pêşberî Wî merivekî bi nexweşîya avzê hebû.


Wana dengê xwe nekir. Hingê Ewî nexweş girt, qenc kir û verʼêkir.


Hingê Îsa wanrʼa got: «Ezê pirsekê ji we bikim. Rʼoja şemîyê çi cayîz e bikin: Qencî yan xirabî, rʼuhʼekî xilaz kin yan unda kin?»


Heger hûn rʼoja şemîyê zarʼa sinet dikin wekî Qanûna Mûsa netʼerʼibe, îdî çima hûn hêrsa xwe li ser Min rʼadikin, wekî Min rʼoja şemîyêda merivek serda-pêda qenc kir?


Follow us:

Advertisements


Advertisements