Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 14:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Ez werʼa dibêjim, ku ji wan merivêd tʼeglîfkirî tʼu kes ji şayîya min wê tiştekî teʼm neke›».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

24 Ez ji we re dibêjim ku yek ji wan mirovên vexwendî, ji şîva min tam nake.›»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

24 Әз ԝәрʼа дьбежьм, кӧ жь ԝан мәрьвед тʼәглифкьри тʼӧ кәс жь шайийа мьн ԝе тьштәки тәʼм нәкә›».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 اَز بُ وَ دِبِژِم گو چی یگ ژه اَونه گو مِن گازی گِره بون، شیوا مِن طام ناگَن.“‌»

See the chapter Copy




Lûqa 14:24
12 Cross References  

Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Hingê gote xulamêd xwe: ‹Deʼwat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn.


Û axê xulêmrʼa got: ‹Derkʼeve serê rʼê û dirba, zorê li her kesî bike bîne vir, ku mala min tʼijî be.


Pey vê yekêrʼa eʼlaleteke giran tʼevî Îsa diçû û Ew ser wanda vegerʼîya û got:


Dîwan bi vî awayî dibe: Rʼonayî hate dinyayê, lê meriva teʼrîstanî ji rʼonayê zêdetir hʼiz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Wî dîsa wanrʼa got: «Ez diçim, hûnê li Min bigerʼin û hûnê nav gunêd xweda bimirin. Hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ezê herʼimê».


Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin».


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Follow us:

Advertisements


Advertisements