Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 13:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Va mala te wê xirabe bimîne. Ez werʼa dibêjim, îdî hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku hûn bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê›».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

35 Va ye, mala we wê bi hêviya we ve bimîne. Ez ji we re dibêjim, êdî hûn min qet nabînin, heta wî çaxê ku hûn bêjin: ‹Pîroz be yê ku bi navê Xudan tê!› »

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

35 Ва мала тә ԝе хьрабә бьминә. Әз ԝәрʼа дьбежьм, иди һун Мьн тʼӧ щар набиньн, һʼәта кӧ һун бежьн: ‹Бьмбарәк ә Әԝе кӧ бь наве Хӧдан те›».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 نَهَ مالا وَ دیه بَرَدایی بِمینیت. و اَز بُ وَ دِبِژِم گو اون ایدی مِن نابینِن حَتا وه رُژه گو اون بِژِن: ”مبارَکَ اَو کَسه گو بِ ناوه خاده تِت.“»

See the chapter Copy




Lûqa 13:35
31 Cross References  

Eʼlaleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîrʼîn û digot: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!»


Orşelîm! Orşelîm! Te pʼêxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest!


Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya


Ewê bi devê şûr bikʼevin û nav hʼemû miletada hêsîr bêne birinê. Orşelîmê jî ber pʼîyêd miletêd pʼûtpʼarist herʼe, hʼeta ku wextê wan mileta xilaz be.


wana çʼiqilêd xurmê hildan çûne pêşîya Wî û kirine qîrʼîn: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê, Pʼadşê Îsraêlê!»


Follow us:

Advertisements


Advertisements