Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 13:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Li wir kʼulfeteke qoncikî hebû, ku hʼîjdeh salêd wê bû, rʼuhʼê nexweşîyê pêrʼa bû. Ewê qet nikaribû xwe rʼast kira.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

11 Li wir jinek hebû ku ji hejdeh salan ve ruhekî nexweşiyê pê re hebû. Ew qof bûbû û nedikarî xwe rast bike.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

11 Ль ԝьр кʼӧлфәтәкә ԛонщьки һәбу, кӧ һʼиждәһ салед ԝе бу, рʼӧһʼе нәхԝәшийе перʼа бу. Әԝе ԛәт нькарьбу хԝә рʼаст кьра.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 وِدَره ژِنِگَگ هَبو گو رِحَگَ پیس اَو هَژده سالا به قاوَت گِره بو. بِشتا وی خار بِبو و چه جورا قاوَتا دوز راوَستانه چِنَبو.

See the chapter Copy




Lûqa 13:11
20 Cross References  

Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kʼengêva ev yeka tʼevî wî diqewime?» Ewî got: «Ji zarʼotîyêda.


Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «Eʼvdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!»


Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»


Gava ev tişt destpêbibin, hûn rʼabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e».


usa jî çend kʼulfetêd ku ji rʼuhʼêd xirab û nexweşîya qenc bibûn: Meryema ku jêrʼa Mejdelanî digotin, ya ku hʼeft cin jê derkʼetibûn


Gava Ew derkʼete bejê, ji wî bajarî merivek derkʼete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne kʼinc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gorʼistanada dima.


Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. Ewê hʼemû hebûka xwe dabû hʼekîma, lê tʼu kesî çʼare lê nekiribû.


Merivekî ji zikmakîyêda nigada seqet hebû, ku her rʼoj danîn ber dergehê pʼaristgehêyî ku Bedew dihate gotinê dadanîn, ku ji yêd dihatine pʼaristgehê pʼars kira.


Eʼmirê wî merivê ku ev kʼeremeta qencbûnê jêrʼa bû çil salî jortir bû.


Follow us:

Advertisements


Advertisements