Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 12:48 - Peymana Nû (Încîl)

48 Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî kʼutanê dike, wê hindikî bê kʼutanê. Kʼêrʼa gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û kʼêrʼa gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

48 Lê ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

48 Ле әԝе кӧ жь нәзанийа хԝә тьштәки һежайи кʼӧтане дькә, ԝе һьндьки бе кʼӧтане. Кʼерʼа гәләк һатийә дайине, гәләк жи ԝе же бе хԝәстьне у кʼерʼа гәләк һатийә спартьне, щабдарийа ԝи жи ԝе гәләк бә.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

48 بله اَو خُلامه گو داخازیا اَربابه خو نِزانیت و شُلَگه دِگَت گو لاییقه کُت خارِنه یَ، گِمتِر دیه شَلاقا بُخُت. هَچی کَسه گو بُ وی گَلَکتِر بِتَ دایین، ژه وی گَلَکتِر دیه بِتَ خاستِن؛ و هَچی کَسه گَلَکتِر شُل سِپارده بِنه، گَلَکتِر ژی دیه جیوابه بِدَت.

See the chapter Copy




Lûqa 12:48
21 Cross References  

Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.


Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Alîkîva hûn malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bi durʼûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be.


Petrûs got: «Xudan, eva mesela te tʼenê bona me got yan bona hʼemûya?»


Ez hatim, wekî êgir bavêjime ser dinê û Min çawa dixwest wekî îdî alav bida.


Ewî jî gazî wî kir û gotê: ‹Ev çi yek e ku ez bona te dibihêm? Heq-hʼesabê wekʼîlxerctîya xwe bide, çimkî îdî tu nikarî wekʼîlxerctîyê bikî›.


Heger Ez nehatama û Min wanrʼa xeber neda, gunêd wanê tʼunebûna. Lê ew niha nikarin caba gunêd xwe bidin.


Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Min jî berê Ew bêhurmet dikir, dizêrand û neyartî li Wî dikir, lê rʼeʼm li min bû, çimkî min nebawerîyêda bi nezanîya xwe kirin.


Tîmotʼêyo! Çi ku li te hate spartinê xwey ke. Ji gotinêd pʼûçʼe hʼeram û şerʼ-deʼwa dûr be, ku bi derew navê «zanebûn» dane ser.


û wextê xweda gotina Xwe bi dannasînîyê da eʼyankirinê, ya ku li min hate spartinê, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me.


Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.


Follow us:

Advertisements


Advertisements