Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 12:33 - Peymana Nû (Încîl)

33 Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

33 «Çi tiştê we heye bifiroşin û bikin xêr, ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên ku li ezmanan kêm nabin, çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

33 Һәбука хԝә бьфьрошьн у хԝәрʼа хера бькьн. Хԝәрʼа кʼиське кӧ нарʼьзә у хьзна әʼзманайә кӧ кем набә ԛазьнщ кьн. Ль ԝе дәре нә дьзе незик бе у нә жи ԝе бьзузе бьхԝә.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

33 هَچی دِشده وَ هَیَ بِفرُشِن و بِدَنَ مِرُوِت محتاج؛ بوخو هِندَ کیسِگا حاضِر گَن گو نَپِزِرِن، و خِزینَیَگه گو خُلاصی چِنینَ اَسمانی دا انبار گَن، جیَگه گو نه دِز تِت و نه سِبّی دِکَویته.

See the chapter Copy




Lûqa 12:33
14 Cross References  

Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were».


Awa bi çiva tʼas û fîncanêd we tʼijî ne, bi wan xwerʼa xêra bikin û her tiştê werʼa hʼelal be.


Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe».


Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin.


Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».


Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand.


Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin.


Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê.


Follow us:

Advertisements


Advertisements