Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 11:49 - Peymana Nû (Încîl)

49 Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

49 Ji ber vê yekê jî Şehrezayiya Xwedê got: ‹Ezê ji wan re pêxemberan û şandiyan bişînim. Wê hin ji wan bikujin û tengahiyê bidin hinan jî›,

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

49 Ләма жи сәрԝахтийа Хԝәде гот: ‹Әзе пʼехәмбәр у шандийа бьшиньмә щәм ԝан, жь ԝан һьнәка ԝе бькӧжьн, һьнәка жи бьзериньн›.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

49 بَهنده حکمتا خدا ژی اَمِر دِگَت گو ”اَزه بُ وان پِیغَمبَرا و رسولا رِگَم. بله هِندَگا دیه بُگُژِن و هِندَگا دیه اَذیَت گَن.“

See the chapter Copy




Lûqa 11:49
27 Cross References  

Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, kʼutan û kuştin.


Bi wê yekê hûn şeʼdetîya xwe didin, ku hûn havijîya xwe kirinêd kal-bavêd xwe tînin. Ewana pʼêxember dikuştin û hûn tʼirbêd wan çêdikin.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn.


Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›.


Wî çaxî wana kire qîrʼîn û guhêd xwe girtin, hʼemû hevrʼa rʼahiştine wî,


Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê.


lê bona yêd ku Xwedê gazî wan dike, heger cihû bin, heger necihû, ew xeber Mesîh e, qewata Xwedê û serwaxtîya Xwedê.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.


Çimkî wan xûna cimeʼta Xwedê û pʼêxembera rʼêt û Te xûn li wan da vexwarinê. Rʼast ew xurê vê yekê ne».


Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda.


Follow us:

Advertisements


Advertisements