Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 10:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

22 Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji Bav pê ve kesek nizane Kur kî ye û ji bilî Kur û yê ku Kur bixwaze bi wî bide eşkerekirin, kesek nizane, Bav kî ye.»

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

22 Һәр тьшт жь Баве Мьн Мьнрʼа һатийә дайине. Кәсәк ньзанә Кӧрʼ кʼи йә, пештьри Баве у кәсәк ньзанә Бав кʼи йә, пештьри Кӧрʼ у йед кӧ Кӧрʼ бьхԝазә ԝанва Баве бьдә наскьрьне».

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بابه مِن همو دِشد سِپاردیَ مِن. چه کَس نِزانیت گور کِیَ خِنجی بابی و چه کَس نِزانیت باب کِیَ خِنجی گوری و اَو مِرُوِت گو گور بِخازیت بابی بُ وان آشگَرا بِگَت.»

See the chapter Copy




Lûqa 10:22
20 Cross References  

Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin.


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim.


Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.


Çi ku yêd Min in, ew yêd Te ne, çi ku yêd Te ne, ew yêd Min in. Û Ez bi wan rʼûmetkirî me.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Min Tu wanva dayî eʼyankirinê û Ezê hê bidime eʼyankirinê, wekî ew hʼizkirina ku Te Ez pê hʼiz kirime nava wanda be û Ez jî nava wanda bim».


Bavo, bi wê rʼûmeta Mine ku hê berî eʼfirandina dinyayê li cem Te hebû niha Min rʼûmet ke li ber Xwe.


Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.


Hingê axirî wê bê, gava kʼoka her serwêrtîyê, hʼukumetîyê û qewatê bîne û pʼadşatîyê bide destê Bav Xwedê.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Ew danî ser hʼemû serwêrtîya, hʼukumetîya, qewata, xudantîya û usa jî ser hʼemû navêd ku têne hildanê, ne ku tʼenê li vê dinê, lê wê dinê jî.


hʼemû tişt kirine binê nigêd wî». Awa Yê ku her tişt kirine binê nigêd wî, tiştek nehişt ku nekiribe binê niga. Lê niha em hê her tiştî binê nigêd însênda nabînin.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Her kesê ku xwe pêşda davêje û nava hînkirina Mesîhda namîne, Xwedêyê wî tʼune. Yê ku nava hînkirina Mesîhda dimîne, bona wî Bav jî heye, Kurʼ jî heye.


Follow us:

Advertisements


Advertisements