Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 1:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

35 Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

35 Мьлйакʼәт ле вәгәрʼанд у гот: «Рʼӧһʼе Пироз ԝе бе сәр тә у ԛәԝата Йе Һәри Жорьн ԝе сәр тә бькә си. Бона ве йәке әԝ Пирозе кӧ ԝе жь тә бьбә, әԝ Кӧрʼе Хԝәде ԝе бе готьне.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 میلیاکَتی جیواب دا وی: «رِحا مُقدسا خدا دیه بِتَ سَر تَ و قُدرَتا خدایه متعال سَر تَ دیه بِبیتَ سیبَر. بَهنده، اَو بِچوگا گو قِرارَ بِتَ دُنیایه مُقدس و گوره خدا دیه بِتَ گاز گِرِن.

See the chapter Copy




Lûqa 1:35
26 Cross References  

Bûyîna Îsa Mesîh bi vî tiherî bû. Meryema dîya Wî Ûsivrʼa nîşankirî bû, lê dergîstîya xweda Meryem bi hʼukumê Rʼuhʼê Pîroz hʼemle kʼifş bû.


Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû:


«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


cem qîzeke bikʼir, ya ku merivekî bi navê Ûsivê mala Dawidrʼa nîşankirî bû. Navê qîzikê Meryem bû.


Meryemê milyakʼetrʼa got: «Ev yekê çawa bibe, çimkî ez hela hê qîz im?»


Va ye omida te Êlîzabêt jî, ya ku bêzurʼet dihate gotinê, wê mezinayîya xweda eva meha şeşa ye kurʼekîda hʼemle ye.


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Gava rʼîya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?»


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Follow us:

Advertisements


Advertisements