Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 1:32 - Peymana Nû (Încîl)

32 Ewê mezin be û Kurʼê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê tʼextê bavê Wî Dawid bide Wî.

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

32 Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî.

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

32 Әԝе мәзьн бә у Кӧрʼе Йе Һәри Жорьн ԝе бе готьне. У Хӧдан Хԝәде ԝе тʼәхте баве Ԝи Даԝьд бьдә Ԝи.

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

32 اَو دیه بِبیتَ مِرُوَگه مَزِن و گوره خدایه متعال دیه بِتَ گاز گِرِن. خاده خدا تَخته پادشاهیا جَدّه وی داوود دیه بِدَته.

See the chapter Copy




Lûqa 1:32
39 Cross References  

Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:


Pʼadşa Başûrê Rʼoja Axretê wê rʼabe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye.


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Lê Ewî dengê Xwe nekir û tʼu cab neda. Serekkʼahîn dîsa ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî Mesîh, Kurʼê Yê hêjayî şikirîyê?»


û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»


Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Tu, lo kurʼiko, tê pʼêxemberê Yê Herî Jorin bêyî gotinê, tê pêşîya Xudanva herʼî, wekî rʼîya Wî hazir kî


Yûhʼenna li hʼemûya vegerʼand û got: «Ez we bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me benê çarixêd Wî jî vekim. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.


Hingê eʼlaletê lê vegerʼand û gotê: «Me ji Qanûnê bihîstîye ku Mesîhê hʼeta-hʼetayê bimîne. Îdî Tu çawa dibêjî: ‹Gerekê Kurʼê Mêriv berbi jor bê hildanê›? Kʼî ye ew ‹Kurʼê Mêriv›?»


Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».


Eva pey Pawlos û me kʼetibû, dikire qîrʼîn û digot: «Ev merivana xulamêd Xwedêyê Herî Jorin in, ku werʼa bona rʼîya xilazbûnê dannasîn dikin!»


Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî.


Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».


Lê belê Yê Herî Jorin malêd bi desta çêkirîda namîne, çawa pʼêxember dibêje:


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Follow us:

Advertisements


Advertisements