Biblia Todo Logo
Online Bible

- Advertisements -




Lûqa 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Tʼêyofîloyê xweyîqedir, niha geleka destpêkirîye serhatîya wan tiştêd nava meda bûyî usa rʼêz kin,

See the chapter Copy

Kurmanji Încîl

1 Ya Têyofîlosê giranbiha, Gelekan dest bi rêzkirina wan tiştên ku di nav me de çêbûne, kirine,

See the chapter Copy

Пәймана Ну (Инщил)

1 Тʼейофилойе хԝәйиԛәдьр, ньһа гәләка дәстпекьрийә сәрһатийа ԝан тьштед нава мәда буйи ӧса рʼез кьн,

See the chapter Copy

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 تِئوفیلوس، اَز بَنی، بَر خاطره هِنده گو گَلَکا دَستبه نِویساندِنا چیروکا وان شُله گو ناو مَدا هاتنَ قَوِمین گِرِنَ،

See the chapter Copy




Lûqa 1:1
13 Cross References  

Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Yek rʼojekê ser rʼojê dinrʼa digire, yek jî hʼemû rʼoja weke hev digire. Bira her kes feʼmîna xweda bawer be.


û wê yekêda bawer bû, ku Yê soz daye wê bîne sêrî jî.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî.


Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.


Follow us:

Advertisements


Advertisements