Marqos 16:20 - Пәймана Ну (Инщил)20 Шагьрт жи чун, ль һәр щийи даннасин кьрьн. Хӧдан пьштоване ԝан бу у бь ван нишана хәбәра Хԝә дьда избаткьрьне, кʼижанед кӧ бь дәсте ԝан дьбун. See the chapterKurmanji Încîl20 Şagirt jî çûn, li her cihî Mizgînî dan bihîstin. Xudan jî bi wan re dixebitî û bi wan nîşanên ku di pey de dihatin peyv rast derdianî. See the chapterPeymana Nû (Încîl)20 Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn. See the chapterکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی20 ایجا اَو چُنَ دَروَ و همو جیا وَعظ دِگِرِن، خاده بِ واسِطا وان عمل دِگِر و کلاما خو بِ نیشانا، ایثبات دِگِر. See the chapter |